Amerîka û Îsraîlê ji bo Îran nebe xwedan çekên navokî soz dan hev du
PeyamaKurd – Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Amerîkayê Jake Sullivan û hemtayê wî yê Îsraîlî Eyal Hulata civiyan û he du aliyan dîyar kirin, bernameya navokî ya Îranê ji bo herêmî “gefeke cidî” çêdike.
Li gor zanyariyan, di civînê de her du dewletan soz dan hev du ku rê li ber Îranê bigirin ku nebe xwedan çekên navokî.
Qesra Spî bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn, şandeyên Amerîka û Îsraîlê li ser ‘’helwestên dijî bernameya navokî ya Îranê ya îstiqrara herêma xerab dike’’ danûstandin kirine.
Sullivan li ser danûstandinên ji bo peymana navokî yên li Vîyanayê didomin, agahî dane Hulata.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin