Amerîka û welatên Kendavê hin grûb û kesan xistin lîsta terorê

06 June 2022 21:36 0 dîtin
Amerîka û welatên Kendavê hin grûb û kesan xistin lîsta terorê

PeyamaKurd – Amerîka û Erebistana Si’ûdî ya ku hevserokê Navenda Hedefa Fînansê (TFTC) ye, 13 kesan, şîrketekî û 2 grûbên mîlîtan yên li Bahreynê ne, xist nav lîsta terorê. Li gor ragihandina ajansa fermî ya Erebistanê SPA yê; 13 kesên ku têkiliyên wan bi artêşa Îranê,  Hîzbûllah, Boko Haram û bi DEAŞ ê re hene, şîrketa ku li ser navê DEDAŞ ê bazirganiya petrolê dike, grûbên Şî’a yên li Qatarê yên bi navên El-Eşter û Tûxayên El-Muxtarê xist nav lîsta terorê.

Biryar ji bo ber li fînansa terorê bigrin, ji aliyê TFTC de hat dayîn û ev biryar nîşana hemahengiya di navbera welatên Kendavê de heye, nîşan dide.

TFTC di sala 2017 an de hatibû avakirin û endamên wê; Amerîka, Erebistana Si’ûdiyê, Bahreyn, Kuweyt, Umman, Qatar û Îmarat e.