Erdogan bi sandeke 200 kesan derdikeve gesta welatên Kendavê
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, sibe Duşemê 17ê Tîrmehê derdikeve geşta çend welatên Kendava Erebî ku di şanda bilind a Erdogan de 200 kes cî digirin.
Li gorî ragihandina serokatiya ragihandinê ya serokomariya Tirkiyeyê, Erdogan di serdana xwe ya sê rojî de, sibe derbasî Erebistana Siûdî dibe û piştre jî derbasî Qeter û Îmarata Erebî dibe.
Dê Erdogan li Erebistana Siûdî, li Cideyê bi Şahê Siûdî Selman bin Ebdulezîz û Şûngirê Şah Muhammed bin Selman re bicive.
Hate diyarkirin ku Erdogan di roja duyem a serdana xwe de roja Sêşemê derbasî Qeterê dibe û li Dohayê bi Emîrê Qeterê Şêx Temim El Sanî re were ba hev.
Di roja dawî ya serdana xwe ya welatên Kendavê de jî Erdogan li Îmarata Erebî bi Mîrê Îmaratê Şêx Muhammed bin Zayed El Nehyan re li Ebû dabiyê dicive.
Hate ragihandin ku dê serdana Erdogan ligel şandeke bilind a aborî û bazirganî pêk were û mijara sereke hevkariya darayî ye ku Tirkiye niha di nav krîzeke aborî de derbas dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin