Sandeke navdewletî ya ji 403 kesan pêk tê hilbijartinên Tirkiyê disopîne

14 May 2023 12:31 0 dîtin
Sandeke navdewletî ya ji 403 kesan pêk tê hilbijartinên Tirkiyê disopîne

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 14ê Gulanê di dema birêveçûna proseya dengdanê de, şandeke navdewletî ya çavdêriyê hilbijartinên Tirkiyeyê dişopîne ku Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Navdewletî jî tê de cî digire.

Şanda Çavdêriyê ya Navdewletî ji 403 kesan pêk tê û bi hevkariya rêxistinên bi navên; ODIHR, OSCE PA û PACE çûye Tirkiyeyê û hilbijartinan dişopîne.  

Di şanda çavdêrên navdewletî de 403 kes hene û li seranserê Tirkiye û bi taybet jî li bajarên Bakurê Kurdistanê belav bûne û binpêkirin û awayê birêveçûna hilbijartinan dişopînin.

175 kesên di şandê de cî digirin ji parlamenter, nûnerên partî û partiyên sîwanî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, hiqûqnas, akademîsyen, lêkolîner, rojnamevan û aktîvîstên ji welatên cuda yên Ewropayê pêk tên.