Joe Biden derdikeve gesta Ewropayê
PeyamaKurd – Koşka Spî ya Amerîkayê ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo beşdarî Lutkeya G7an û Lutkeya NATOyê li Spanyayê bibe, derdikev geşta Ewropayê.
Koşka Spî eşkere kir ku wê Biden 28ê Hezîranê li Almanya beşdarî lutkeya G7an bibe û piştre jî wê ji bo lutkeya NATOyê derbasî Spanyayê bibe.
Di daxuyaniya Koşka Spî de hatiye diyarkirin ku wê di lutkeya G7an de ji bilî mijara piştevaniya Ukraynayê mijarên, keşûhewa, guherîna îqlîmê, geşepêdan, ewlehiya tenduristiya gerdunî jî werin nîqaşkirin.
Herwiha hat destnîşankirin ku wê krîza enerjiyê ku bi şerê Rûsya – Ukrayna rû daye jî mijara sereke ya lutkeyê be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin