DEM Partî derdikeve sefera Ewropayê
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Alîkara Hevserokê Pêwendiyên Derve Ebru Gunay sibe 13ê Gulanê serdana Almanyayê dikin.
Ofîsa Ragihandinê ya DEM Partiyê eşkere kir, Tulay Hatimogullari û Ebru Gunay dê sibe biçin Almanyayê û heta 15ê mehê li wir bimînin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Tulay Hatimogullari û Ebru Gunay wê li Almanyayê bi “siyasetmedar û saziyên dost” re li ser geşedanên herêmî û cihanê hin hevdîtinan bikin.
Dîsa hatiye ragihandin ku wê parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Hakki Saruhan Oluç jî di navbera 12 û 15ê Gulanê de li Awisturyayê bin û hevdîtinan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin