CHP bi 12 parlamentaran derdikeve sefera bajarên Bakurê Kurdistanê
PeyamaKurd – Ji ber îhtimala hilbijartineke pêşwext li Tirkiyê ku krîza aborî û siyasî di demên dawî de zêdetir rûyê xwe nîşan dide, partiyên Tirkiyê yên siyasî ji bo dengên kurdan bistînin berê xwe didin bajarên Bakurê Kurdistanê.
Piştî xebatên herdu partiyên nû yên ji AKPê cuda bûne, partiyên DEVA û Gelecekê ku kongreyên xwe li dar xistin, CHP jî kete tevgerê û di navbera 15-20ê Adarê de şandeke bilind a 12 parlamentar jî di nav de ne, dişîne serdana bajarên Bakurê Kurdistanê.
Hat zanîn ku şanda CHPê bi seroktiya Cîgirê Serokê CHPê Veli Agbaba ji 12 parlementer û endamên encûmena navendî ya CHPê pêk tên û wê li bajarên Wan, Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn û Batmanê bigerin û serdana esnafan jî bikin.
CHPê ragihandiye ku serdana bajarên ku behsa wan hatiye kirin, di çarçoveya serdanên CHPê yên ji bo tevahiya parêzgehên Tirkiyê de ye û wê li gel sendîka, nûnerên civaka sivîl, odeyên bazirganiyê û odeyên pîşeyî rejî jî bicivin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin