Amerîka: Wê desteka me ji bo Pêsmerge dewam bike

08 April 2022 01:14 0 dîtin
Amerîka: Wê desteka me ji bo Pêsmerge dewam bike

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand ku Amerîka gotiye wê desteka Amerîkayê ji bo Pêşmerge dewam bike. Li gor ragihandina wezareta Pêşmerge; bi rêya vîdeo-konferansê bi cîgira wezîrê karên derve ya Amerîkayê bi Jennifer Galletto re hevdîtinekî kirine.

Di daxwuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku Galetto gotiye wê desteka Amerîkayê ji bo Pêşmerge û hêzên Iraqê dewam bike. Jennifer Galletto weha dewam kiriye:

“Em tev ji bo herêmekî bi îstîqrar û bi ewle dixebitin. Em dixwazin li Herêma Kurdistanê û Iraqê hûzûr û îstîqrar dewam bike.”