Wê desteka Îngîltere ji bo Pêsmerge dewam bike
PeyamaKurd – Şêwirmendê leşkerî yê Îngîltere yê li Herêma Kurdistanê Raab Driver ragihand ku wê desteka Îngîltere ji bo Pêşmerge dewam bike. Li gor ragihandina wezareta Pêşmerge, heyeta di bin serpereştiya şêwrimendê leşkerî yê Îngîltere Raab Driver de li wezareta Pêşmerge bi rêvebirên wezareta Pêşmerge re civiya û li ser pêvajoya reformên di wezareta Pêşmerge de axifîn. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku pêşwaziya Driver û heyeta pêre ji aliyê rêvebirê tevgerên leşkerî yê wezaretê general Şivan Heme Xarîb ve hatiye kirin.
Di civînê de behsa girîngiya avakirina grûbên kontrol û fermandariyê ya di bin wezareta Pêşmerge de û xwurtkirina eniyên Pêşmerge hat kirin. Di hevdîtinê de heyeta ÎngÎltere ragihand ku wê desteka Îngîltere ji bo Pêşmerge dewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin