Felah Mistefa: Wê desteka Amerîkayê ji Pêsmerge re dewam bike

10 February 2024 19:05 0 dîtin
Felah Mistefa: Wê desteka Amerîkayê ji Pêsmerge re dewam bike

PeyamaKurd – Heyeta di bin serpereştiya serokê dîwana Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî de ji bo danûsitendinên fermî bikin, çend rojin ku li Amerîka ye.

Li ser xebatên dîplomasiya herêma Kurdistanê yên li Amerîkayê, cîgirê serokê ji karên derve yê serokatiya Herêma Kurdistanê berpirs Felah Mistefa ragihand ku di her hevdîtinekî bi berpisên Amerîka re, ji wan re gotine ku wê desteka Amerîkayê ji bo Pêşmergên Kurdistanê dewam bike. Mistefa got ku wê Amerîka desteka xwe ya ji bo Wezareta Pêşmerge dewam bike.

Felah Mistefa ji bo peyamnêrê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurda re gotiye:

“Iraq û Kurdistanê ji Amerîkayê, têkiliyên ji bo wexta direj yên stratejîk dixwaze. Li Washingtonê herkese me bi wan re hevdîtin kir, ji bo Herêma Kurdistanê desteka xwe ragihandin.”

Seredana heyeta Rêvebiriya Herêma Kurdistanê dikeve pey civîna wezareta bergiriyê ya Amerîkayê û Hêzên Pêşmerge ku di dawiya neha borî de li Hewlêrê civînê kiribûn. Felah Mistefa got ku pêvajo di rêya erênî de dewam dike û weha dewam kir:

“Her çendîn pêşdeçûn bi dilê her dû aliyan nebe jî pêşdeçûn hene û li gor bernamê dimeşe. Pêvajoya yekkirina hêzên Pêşmerge pêvajoyeka dirêje. Ya girîng ew e ku serokatiya Herêma Kurdistanê vê pêvajoyê destek dike.

Koalisyona navdewletî ya li hemberê DEAŞê di sala 2014an de heya niha destekê dide Pêşmerge û Iraqê. Desteka ku didin Iraqê her weha didin me jî ji ber hêzên Pêşmerge perçeyekî ji sîstema parastina Iraqê ye. Pentagotn jî budçekî ji bo çekdarkirina artêşa Iraqê û Pêşmerge vediqetîne.”