Wê desteka koalîsyonê bo Pêsmerge dewam bike
PeyamaKurd – Rapora hêzên koalisyona li dijî DEAŞ ê ya sala 2020 an hat belavkirin û li gor raporê wê desteka koalîsyonê bo hêzên Pêşmerge dewam bike. Di raporê de hat gotin ku bo desteka hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge 61 êrîşên hewayî hatine kirin. Li ser raporê berpirsê PDK ê yê Mexmûrê Kirmanc Ebdûllah ragihandiye ku desteka koalîsyonê bo Pêşmerge dê dewam bike û weha got:
“ Destek wê bandoreka erênî di têkoşîna li dijî DEAŞ ê bike. Eger ne ji desteka hêzên hewayî yên koalîsyonê be, artêşa Iraqê nikare li hemberê DEAŞ ê şer bike. Soza Amerîka û Îngîltere bo desteka hêzên Pêşmerge ji aliyê rewşa Herêma Kurdistanê de gelek girîng e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin