Amerîka wê qedexeya vîzeyê li ser hin rûnistvanên Îsraîlî ferz bike

06 December 2023 13:12 0 dîtin
Amerîka wê qedexeya vîzeyê li ser hin rûnistvanên Îsraîlî ferz bike

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken polîtîkaya nû ya sînordarkirina vîzeyê ragihand.

Blinken di daxuyaniya xwe de diyar kir, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê wê qedexeya vîzeyê li ser kesên ku di têkbirina aştî, ewlehî û îstiqrara Şerîeya Rojava de cih digirin, bisepîne.

Blinken diyar kir, ev qedexe wê kesên ku şîdetê dikin an jî kiryarên din ên ku gihandina xizmetên bingehîn û hewcedariyên sivîlan sînordar dikin hedef bigire û dibe ku sînor ji bo endamên malbatên van kesan jî derbas bibe.

Serokê Amerîka Joe Biden û karbidestên din ên payebilind ên Amerîkî gelek caran hişyarî dane ku rûniştevanên Îsraîlî divê ji bo rawestandina tundûtûjiya zêde ya li dijî Filistîniyan li Şerîeya Rojava tevbigerin.

Blinken got, " "Me tekez kir ku divê hikûmeta Îsraîlî ji bo berpirsyarî ji nişteciyên tundrew ên ku êrîşên tund li ser Filistîniyan li Şerîeya Rojava pêk tînin, zêdetir tiştan bike."

Berdevkê Wezareta Karên Derve Matthew Miller jî ji rojnamevanan re got, yekem qedexeyên di çarçoveya polîtîkaya nû de wê îro werin sepandin û ev yek wê di dawiyê de bandorê li dehan kesan bike.

Miller destnîşan kir, her Îsraîliyên ku niha vîzeya wan a Amerîkayê heye û dibin hedef, wê bên agahdarkirin ku vîzeya wan hatiye betalkirin.