Amerîka qedexeya vîzeyê danî ser rêvebirên Çînê

27 June 2020 01:03 0 dîtin
Amerîka qedexeya vîzeyê danî ser rêvebirên Çînê

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku bi sedema zerarê didin “Herêma Otonom ya Hong Kongê” û mafên mirovan binpê dikin, qedexeya vîzê danî ser rêvebirên Partiya Komunîst ya Çînê û malbatên wan. Pompeo got ku Partiya Komunîst ya Çînê yekalî û keyfî xalên ewlekariyê zêde dike. Pompeo weha got:

“Ez aşkera dibêjim ku me sînor bo rêvebirên Partiya Komunîst ya Çînê û malbatên wan daniye. Divê Çîn sozên xwe yên ku di deglerasyona sala 1984an de, di ya Çîn-Îngîlîz de hatine garantîkirin, divê kiryarên ku zerarê didin dereca otonomiyê ya Hong Kongê û mafên mirovan nehata binpêkirin. Divê Çîn soza xwe bigre.”

Li gor deglerasyona hatiye îmzekirin, li Hong Kongê heya sala 2047 an, mafên Hong Kongê yên çapemeniyê, xwe îfadekirin, bawerî û xebatên serbest yên akademîk bihatina parastin.