Amerîka qedexeya vîzê danî ser 25 rêvebirên Belarûsê
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi nivîskî ragihand ku, bi sedema serokê dewleta Belarûsê Aleksandr Lukaşenko û hukumata wî di tinebûna muxalifê xwe Syvatlana Tsikhanouskaya û hinek aktîvîstan de daraza wan dike û bi wê sedemê ji bo 25 rêvebirên Belarûsê qedexeya vîzê danî. Blinken got ku xwestekên demokratîk yên xelkê Belarûsê tên tepeserkirin. Blinken ragihand ku xelkê Belarûsê di bin zilm û tadê de maye û weha dewam kir:
“Van dozên ku di bin destê siyasetmedaran de ne, rejîma Lukaşenko li welatê xwe dixwaze terefdarên demokrasiyê bihelîne û di bin zorê de bihêle. Tsikhanouskaya li Lîtvanyayê li sirgûnê ye, serokariya terefdarên demokrasiyê dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin