Amerîkayê li Xezzeyê dest bi çêkirina bendera deryayî kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzeke Amerîkayê ji bo li Xezzeyê bendereke deryayî ava bike ber bi Deryaya Spî ve bi rê ketiye.
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro 10ê Adarê ragihand ku ji bo avakirina bendera li Xeta Xezzeyê ya gihandina alîkariyên mirovî bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden xebatên avakirinê dest pê kirine.
Hatiye diyarkirin ku hêzeke Amerîkî ya bi keştiya Besson ji bo avakirina bendera demkî li Xezzeyê ber bi Deryaya Spî ve bi rê ketiye.
Serokê Amerîkayê Joe Biden, 8ê Adarê ferman dabû artêşê ku ji bo gihindina alîkariyên xurek, vehewandin û dermanan bendereke deryayî li Xezzeyê ava bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin