Amerîkayê baceke nû danî ser Yekîtiya Ewrûpayê!

22 August 2018 14:44 0 dîtin
Amerîkayê baceke nû danî ser Yekîtiya Ewrûpayê!

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku em ê baca trempêlên ku ji Ewrûpayê têne kirîn, ji %25 zêdetir bikin.

Ev demeke dirêj e ku Amerîka dorpêça malî dideyne ser gelek dewletan. Pêşiyê bi Îranê dest pê kir. Piştre ji ber zêdekirina bacê, bi Tirkiyê re qeyran çêbû. Êdî niha jî Amerîka dorpêçê dideyne ser Yekîtiya Ewrûpayê (YE).

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Virginiaya Rojavayê, di kampanyaya hilbijartinê de axivî û daxuyaniyên girîng dan.

Trump got ku em ê baca trempêlên ku ji Ewrûpayê têne kirîn, zêde bikin. Zêdebûn jî wê bi qasî ji %25 be.