Yekîtiya Ewrûpayê givasê danî ser 19 Rûsan û dezgeyekî
PeyamaKurd – Wezîrên karên derve yên dewletên endamên YEyê li Brukselê hatin cem hev û givaşê danîn ser 19 kesên Rûsî û dezgeyekî. Ji 19 kesan 13 ji wan dadgerin. Sedema dorpêçan an givaşê danîne ser dadgeran û kesên din ew e ku di meha Sibatê de di zîndanê de muxalifê Rûs Navalni miribû.
Li ser bûyerê kesên ji zîndanên Rûsyayê berpirs ku di nav wan de 13 dadger hene, ji bilî wan 6 kesên din û dezgeyekî ber li wan hat girtin û YE dorpêçan danî ser wan.
Dorpêçên ku YE daniye ser 19 kesan û dezgeyekî Rûsî, ji ber wê, li hemberê xelkê weke alavên zorê bikartîne, alavên teknolojik dê nên firotan bi Rûsyayê. Ew alav ewlehiya zanînê, şopandina telekomunikasyonê û ji bo birîna wan, ekîpmana teknolojik ya hatiye dîzaynkirin û alavên bazirganî yên nivîsandinê di nav wan de hene.
Di nava sedeman de, di warê rêzgirtina li zîndaniyan, kiryarên xerab yên li hemberê wan û berpirsên ku di dema Navalni di zîndanê de mir, tev hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin