Amerîkayê biryara F-16yan pêskêsî Kongreyê kir
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê biryara xwe ya derbarê firotina balafirên F-16 bo Tirkiyê ji komîteyên pêwendîdar ên Kongreyê re ragihand, ji bo lêkolîna destpêkê.
Çavkaniyan diyar kirin ku Wezareta Derve ya Amerîkayê biryara xwe ya derbarê firotina balafirên F-16 yên nû ji bo Tirkiyê û kelûpelên nûjenkirina F-16ên heyî ji bo destpêkê ji serok û endamên payebilind ên komîteyên pêwendîdar ên Meclisa Nûneran û Senatoyê re ragihandin.
Tê çaverêkirin ku hefteya bê Wezareta Derve ya Amerîkayê bi fermî biryara xwe ji Kongreyê re ragihîne.
Hat ragihandin ku Kongre di nav 15 rojan de ji bo welatên endamên NATOyê û 30 rojan ji bo welatên ne endamê NATOyê ji bo ku erêkirina firotina leşkerî li Amerîkayê pêk were divê îtîraz neke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin