Amerîkayê çek û wesaîtên zirxîpûs rêkirine Minbicê!

18 October 2018 10:19 0 dîtin
Amerîkayê çek û wesaîtên zirxîpûs rêkirine Minbicê!

PeyamaKurd- Piştî ku Tirkiyê got em ê li dijî Minbicê operasyonekê li dar bixin, Amerîkayê çek û wesaîtên giran derbasî herêmê kirin.

Di derbarê mijarê de erkdarên Meclîsa Sûriyê a Demokratîk (MSD) ragihandin ku di van demên dawî Amerîka ji bo Minbicê sewqiyat zêde kir. Vê carê jî gelek çek û sîlehên giran û wesaîtên zirxîpûş derbasî Minbicê kirin. Li ser wesaîtan jî sembola Meclîsa Sûriyê a Demokratîk (MSD) hate lêxistin. Di nava van çekan de topên hawanan, çekên otomatîk, moşekên şîretkirî, roket, Doçka û çekên giran hene.

Li ser xeta Minbic û Cerablûsê jî tedbîr hatin zêdekirin. Leşkerên Meclîsa Sûriyê a Demokratîk (MSD) jî li ser tixûban amadekariyên xwe zêde dikin.

Li herêmê 25 baregehên Amerîkayê hene. Li herêma Minbicê jî du baregeh hebûn. Amerîkayê 2 baregehên dî jî li herêmê ava kirin.