Tirkiye bo rêkeftina bi Amerîkayê li ser Minbicê bi gazin e
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku rêkeftina ligel Amerîka ya li ser Minbicê baş birêve naçe.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji rojnamevanan re axivî û derbarê Minbicê de wiha got, ez dikarim bêjim em ne di wê xalê de ne ya destpêkê ku wezîrê me yê derve ligel Pompeo li ser Minbicê axiviyî. Ev bûyer tê îhmalkirin û divê em vê rastiyê bibînin. Mixabin rêkeftin weke hatî kirin bi başî birêve naçe.
Erdogan got ku di demên pêş de wezîrê derve û yê bergiriyê wê ligel hevtayên xwe yên Amerîkî bicivin û hêvîdarim qonaxek nû dest pê bike. Erdogan diyar kir ku hêvîdarim gavên pêwîst wê ji bo Minbic û Til Rifatê werin avêtin.
Erdogan li ser ihtîmala civîna ligel Trump jî got, Trump daxwaza hevdîtinê ji min nekiriye û ew jî vê daxwazê nake.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin