Amerîkayê cihê perwerdeya leskerên tirk a S-400an xist lîsteya res
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku baregeha Rûsî ya Gatchina ya cihê perwerdeya leşkerên tirk xistine nav lîsteya dorpêçan.
Di lîsteya nû ya dorpêçan de ku bi şanenava Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Christopher A. Ford hat belavkirin de, Baregeha Gatchina ya perwerdeya moşekên ji bejayî bo hewayê ketiye nav lîsteya dorpêçan ku leşkerên tirk jî ji bo bikaranîna S-400an li wir têne perwerdekirin.
Herwiha hat diyarkirin, dê hemû sazî û baregehên girêdayî wê baregehê jî di nav lîsteya dorpêçan de bin ku Rûsya cihê wan biguherîne jî dîsa rûbirûyî dorpêçên Amerîkayê dimînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin