Amerîkayê perwerdeya pîlotên tirk a F-35an rawestand
PeyamaKurd – Rêveberiya Amerîkayê ji bo Tirkiye biryara kirîna sîstemên parastina hewayî S-400ên rûsî bide betalkirin, dorpêçên nû li ser Tirkiyê disepîne.
Herî dawî perwerdekirina pîlotên tirk ji bo balafirên şer ên nifşa nû F-35an da rawestandin.
Serokê nû yê Komîteya Hêzên Çekdarên Amerîkayê di senatoya Amerîkayê de, James Inhofe ragihand ku Amerîkayê hemû firînên perwerdeya pîlotên tirk ên F-35an ku heta niha li Florida, Teksas û Arizonayê pêk dianî rawestandine.
Inhofe herwiha da zanîn ku ji bilî firînên perwerdeyê, perwerdeya tîma teknîkî ya tirk jî hatiye rawestandin.
Li aliyê din Wezareta Berevaniyê (Pentagon) jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo Tirkiye car din kirîna S-400ên rûsî berçav bike, wan radestkirina bo Tirkiyê ya F-35an rawestandiye û herwiha dîyaloga wan li ser mijarê bi Tirkiyê re dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin