Rûsyayê ji bo S-400an tarîx da, Pentagonê perwerdeya pîlotên tirk betal kir

11 June 2019 20:23 0 dîtin
Rûsyayê ji bo S-400an tarîx da, Pentagonê perwerdeya pîlotên tirk betal kir

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Rûsyayê Yuriy Uşakov li pey ragihandina Pentagonê ku perwerdehiya pîlotên balafirên cengî yên F-35an da rawestandin, ragihand ku sewqîyata sîstemên parastina esmanî S-400an di meha Temûzê de tê plankirin.

Rayedarê rûsî herwiha destnîşan kir ku hemû girebestên Moskow û Enqerê dê di dema xwe de werin bicihanîn.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Mike Andrews jî ji Reutersê re ragihandibû ku wan dawî li perwerdekirina pîlotên tirk ên F-35an aniye ku li Baregeha Luke ya eyaleta Arîzonayê pêk dihat.

Anderws herwiha da zanîn ku haya Tirkiyê jî ji vê biryara wan heye û ew dê ji bo Tirkiyê ji bernameya F-35an derxin di hewlên xwe de berdewam bin.