Amerîkayê daxwaza domandina cezayên ser Îranê betal kir

19 February 2021 15:57 0 dîtin
Amerîkayê daxwaza domandina cezayên ser Îranê betal kir

PeyamaKurd – Rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden, biryara dema Donald Trump a nûkirin û berdewamkirina dorpêçên ser Îranê ku pêşkeşî Konseya Asayîşa Navdewletî kiribû bi paşde kişand.

Washingtonê di dema rêvebirîya Serokê berê Donald Trump de, dîyar kiribû ku Îran berpirsîyên peymana nukleerî binpê dike û xwestibû ku hemî cezayên dijî Tehranê jinûve bên ragihandin.

Reutersê ragihandiye ku berpirsên Amerîkî, Neteweyên Yekbûyî (NY) bi nameyekê li ser vekişandina wê daxwazê agahdar kirine.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken jî gotibû ku Biden hazir e ji bo vegera li ser peymana atomî bi Îranê re dest bi dîyalogê bike.

Rêvebirîya Donald Trump, Amerîka di sala 2018an de ji peymana nukleerî vekişandibû û meha Tebaxa 2020an jî serî li Civata Asayîşê ya NY dabû da ku dorpêçên dijî Îranê jinûve ragihîne.