Cezayên nû yên Amerîkayê li ser Îranê

22 December 2022 14:29 0 dîtin
Cezayên nû yên Amerîkayê li ser Îranê

PeyamaKurd Ofîsa Kontrolkirina Samanên Biyanî (OFAC) a girêdayî Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, 5 berpirsên Îranê û 1 saziyek ji ber tepeserkirina bi tundî ya xwepêşandanên li Îranê û dozên li dijî xwepêşanderan xistine lîsteya cezayan.

OFAC got, ceza bi tepeserkirina tundûtûjî ya protestoyan û dozên li dijî xwepêşanderan ve girêdayî ye.

Misteşarê Wezareta Xezîneyê bo Karûbarên Terorîzm û Îstixbarata Darayî Brian E. Nelson di daxuyaniyekê de got: “Em tundûtûjiyê ji aliyê rejîma Îranê ve li dijî gelê xwe yê ku mafên xwe diparêzin, şermezar dikin. Amerîka û hevkarên me bibiryar in rayedarên Îranê ji ber binpêkirinên hovane yên ku li dijî hemwelatiyên Îranî yên ji bo azadiyên xwe yên bingehîn şer dikin hatine kirin, bipirsin."

Di lîsteya cezayên navborî de, Serdozgerê Îranê Mihemed Cefer Montazerî ku çavdêriya dadgehkirin û cîbicîkirina biryarên tawanan li seranserê Îranê dike, Mislim Moein û Husên Marûfî, berpirsên pilebilind ên Hêza Berxwedana Bingehîn, Fermandeyê Pasdarên Şoreşa Tehranê Hesen Hesenzade û Beyt- Serfermandarê Korbenda El Mûxadas û Serfermandarê Pasdarên Şoreşa Kurdistanê Seyîd Sadik Huseynî beşdar bûn.

Herwiha şîrketa bi navê Imen Sanat Zaman Fara ku ji bo hêzên Întizamî yên Îranê (LEF) wesayîtên zirxî û alavên hilberînê dike, li lîsteyê hat zêdekirin.