Amerîkayê, ji ber serê li Rojava personelên xwe sandin Hewlêrê
PeyamaKurd- Li gorî îdiayên derketin pêş, piştî ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) operasyonên xwe yên asîmanî zêde kirin, Amerîkayê personelên xwe yên li Rojava, derbasî paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê kirine.
Li gorî nûçeya Al Monitorê, hat ragihandin ku ji ber êrîşên balafirên şer ên TSKê, yên li ser binesaziya xeternak a sivîlan dewam dikin, hemû personelên sivîl ên Amerîkayê ku di nav de dîplomat jî hene, ji bo Hewlêrê hatine veguhestin.
Li ser mijarê, berpirsekî herêmê jî piştrast kir ku Amerîkî hîn jî li Hewlêrê ne.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê, di derbarê mijarê de wiha got:
“Wekî ku Wezareta Parastinê jî ragihandiye, êrîşên dawî yên asîmanî yên li Suriyeyê rasterast ewlehiya personelên Amerîkayê yên li Suriyeyê dixebitin, dike xetereyê."
Têkildarî îdiayên ku hêzên Amerîkayê ji Rojava derketine jî got ku "Em wekî polîtîkaya giştî, li ser tevgera personelan şîrove nakin."
Her wiha hat dîtin ku ji aliyê berdevk ve bersiva pirsa ‘Gelo Amerîkayê navbeynkariya Tirkiye û Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) kiriye ku rê li ber operasyonên bejahî bê girtin.’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin