‘Amerîkayê ji bo Eyn Îsayê soz daye HSDê’

08 January 2021 15:45 0 dîtin
‘Amerîkayê ji bo Eyn Îsayê soz daye HSDê’

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) daye xuyakirin ku Amerîkayê ji bo bajaroka Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê ku ev demek e rûbirûyî êrîşên artêşa Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê dibe, soz daye Hêzên Sûriya Demokratîk.

Li gorî nûçeya Şarqul Eswedê ku dispêre SOHRê, Amerîkayê misogerî daye HSDê ku wê hêzên Tirk bi taybet li Eyn Îsaya dikeve bakurê Reqayê bipêşve neçin û li Rojavayê Kurdistanê jî ti devereke din nexin bin kontrola xwe.

SOHRê herwiha diyar kiriye ku Amerîka bi taybetî bibîr dixe ku Rûsya li herêmê ‘mêvan’ e, lê belê ji ber ku Rûsan terka herêma ketine nedaye HSD jî baweriyê bi sozên Amerîkayê nayîne.