Dilsad Sehab: ‘Amerîkayê soz daye ku pistevanîya Herêma Kurdistanê bidomîne’
PeyamaKurd - Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand ku Amerîkayê soz daye piştevanî û alîkarîya bo Herêma Kurdistanê berdewam bike.
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab li parlementoya Kurdistanê ji rojnamevanan re axivî û diyar kir, aliyên Herêma Kurdistanê dê rola wan di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de hebe lê nabin alîgirên ti aliyekî Iraqî.
Dilşad Şehab ku di heman demê de endamê serkirdetiya PDKê ye, “Li ser hilbijartinên Kurdistanê got, ti aliyekî daxwaza paşxistina hilbijartinan ji PDKê nekiriye. Divê hilbijartin di dema xwe de bê kirin.”
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê li ser vekişîna hêzên Amerîka ji Iraq û Herêma Kurdistanê destnîşan kir, “Hêzên Amerîkî ji pêgeha şerker dibin hêzên şêwirmend û rahêner. Berpirsên Amerîkî em piştrast kirine ku dê li ser piştevanîkirina Herêma Kurdistanê berdewam bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin