Amerîkayê ji bo Iraqê dema kirîna gaz û elektrîka Îranê 3 mehan dirêj kir
PeyamaKurd – Amerîkayê ji bo ji dorpêçên ser Îranê ziyanê nebîne, biryara mûafbûna ji dorpêçan ya Iraqê 3 mehên din dirêj kir.
Li gorî vê biryarê wê Iraq bikare sê mehên din ji Îranê gaz û elektrîkê bikire.
Amerîka ji Iraqê daxwaz dike ji ber dorpêçên ser Îranê yên ji 2018an ve berdewam dikin, ji xwe re jêderên din ên enerjiyê bibîne.
Lê belê Iraqê heta niha ji bilî peymanên elektrîkê bi Tirkiyê re ku meha borî ji nû ve hatibûn girêdan, çavkaniyên nû bo dabînkirina enerjiyê peyde nekirine.
Li gorî biryarê bi dirêjkirina 3 mehan a mûafbûna ji dorpêçan re, wê Iraq hawirdekirina gaz û enerjiyê ji Îranê berdewam bike.
Li aliyê din Iraq nikare deynên xwe wekî dolar bide Îranê ku ji ber nedana deynan di dema xwe de pirsgirêk di navbera herdu welatan de derdikevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin