Amerîkayê ji bo komîsyona Sûriyê, teklîfa YPGê jî kir!
PeyamaKurd- Amerîkayê, ji bo komîsyona ku wê li Sûriyê makezagonekê amade bike, ji Nûnerê Netewên Yekbûyî yê Sûriyê Staffan de Mistura re teklîfeke berfireh kir. Di teklîfê de Amerîka eşkere dike ku dixwaze rêvebiriyên herêmî li Sûriyê werin avakirin. Amerîka di heman demê de dibêje ku bila di komîsyona avakirina makezagonê de nûnerên Herêma Bakurê Rojhilatê Sûriyê jî hebin. Bi îfadeya “nûnerên Herêma Bakurê Rojhilatê Sûriyê” Amerîka dixwaze behsa Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bike.
Di van demên dawî de Nûnerê Netewên Yekbûyî yê Sûriyê Staffan de Mistura dîsa ji bo pêvajoya siyasî dav û devlingên xwe hilkirine. Ji bo vê yekê li Cenîwê bi erkdarên dewletên pêvajoya Astanayê re (Îran, Rûsya û Tirkiye) hinek civîn pêk anîn. Di pey re jî bi Amerîka, Fransa, Elmanya, Brîtanya, Misir, Urdun û Siûdî Erebîstanê re civîn pêk anîn. Di civînê de nûnerê Sûriyê James Jeffrey Amerîka temsîl kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin