Amerîkayê ji bo Pasdarên Îranê 15 milyon dolar xelat danî

16 April 2023 17:04 0 dîtin
Amerîkayê ji bo Pasdarên Îranê 15 milyon dolar xelat danî

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê ku Supaya Pasdarên Îranê wekî rêxistineke terorîstî pênase kiriye, ji bo komkirina zanyariyên derbarê Supaya Pasdaran de, xelateke diyarîyê ya 15 milyon dolaran danî.

Nivîsgeha Xelat bo Dadperweriyê ya girêdayî Wezareta Derve ya Amerîkayê, li ser hesabê xwe yê  Twîterê ragihand: “Supaya Pasdaran bi berdewamî di rewşa dabînkirina malî ya terorîzmê de ye û bi sûdewergirtina ji rêyên malî yên neyasayî, ewlehiya herêmê û cîhanê xistiye metirsiyê.”

Tê diyarkirin ku baskê Qûds ê Supaya Pasdaran wekî piştevanê sereke yê çalakiyên terorîstî li hemû cîhanê hatiye nasîn.

 Nivîsgeha Xelat bo D wx

adperweriyê, daye xuyakirin ku dabînkirina xercê çalakiyên xwe ji rêyên cuda yên weke avakirina kompaniyên sexte, navend û grûpên çekdar yên girêdayî xwe sûde werdigire û bi wan karan dest avêtiye binpêkirina dorpêçên Amerîkayê û civaka navnetewî.