Amerîkayê ji Iraqê lêborîn xwest

19 May 2019 11:24 0 dîtin
Amerîkayê ji Iraqê lêborîn xwest

PeyamaKurd - Piştî ku balafireke Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê bi şaşî otombîleke leşkerî ya Polîsê Federalî yê Iraqê bombebaran kir, Amerîkayê bi fermî daxwaza lêborînê ji Iraqê kir.

Balafireke şer a Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê, roja 24ê Nîsana borî li parêzgeha Kerkûkê bi şaşî otombîleke leşkerî ya Polîsê Federalî yê Iraqê bombebaran kir û di encamê de polîsek hat kuştin û 2 polîsên din jî birîndar bûn.

Polîsê Federalî yê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, berpirsê karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê Joey Hood ji bo wê bûyerê doh serdana Baregeha Polîsê Federalî li Bexdayê kiriye û ji bo serxweşiya polîsê kuştî daxwaza lêborînê ji Fermandariya Polîsê Federalî yê Iraqê kiriye.