Iraqê ji Amerîkayê xwest, ji bo mekanîzmeya vekisînê nûnerên xwe bisîne
PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê daxwaz ji wezîrê karên derve yê Amerîka kir ku nûneran bişîne Iraqê da ku mekanîzmaya pêkanîna biryara parlamentoyê ya vekişandina hêzan ji Iraqê ava bike.
Nivîsgeha ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê yê karvekişiyayî Adil Abdulmehdî îro bi daxuyaniyekê ragihand ku Adil Abdulmehdî doh bi rêya telefonê bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re li ser geşedanên dawîn û hêviya wan ji bo bêdengkirina aloziyan axivîye.
Abdulmehdî piştrast kir ku Iraq hemû operasyonên ku serdestiya wî binpê dike, red kirin, di nav de çalakiya dawî ku li Eyn Esed û Hewlêrê pêk hatiye û destnîşan kir ku Iraq bi hemû aliyan re di nava têkiliyan de ye da ku nebe qada şer.
Li gorî daxuyaniyê, Abdulmehdî daxwaz ji wezîrê karên derve yê Amerîkayê kir ku nûneran bişîne Iraqê da ku mekanîzmaya pêkanîna biryara parlamentoyê ya vekişandina bi ewlehî ya hêzan ji Iraqê ava bike.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Iraq hewl dide her tim bi têkiliyên baş bi cîran, dostên di civaka navneteweyî de be, her wiha parastina berjewendiyên biyanî û her kesê li ser axa Iraqê re, tev bigere.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin