Amerîkayê li Idlibê êrîsî El Qaîdeya Sûriyê kir: 2 fermandarên wan hatin kustin
PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên Amerîka yên asmanî li Idlibê êrîşek bi ser El Qaîdeya Sûriyê de pêk aniye.
Berdevkê CENTCOMê Beth Riordan da xuyakirin, hêzên Amerîkayê li nêzîkî Idlibê 15ê Cotmehê êrîşeke asmanî pêk anîne ji ber ku El Qaîdeya Sûriyê ji Amerîka û hevpeymanên wê re gefek e berdewam e.
Hat ragihandin di êrîşê de koma Hurras ed Dîn a girêdayî El Qaîdeya Sûriyê hatiye hedefgirtin ku çavkaniyên herêmî jî dane xuyakirin ku êrîş bi ser kesên ji rêxistina Hurras ed Dîn cuda bûne de pêk hatiye.
Çavkaniyan diyar kiriye ku du lîderên El Qaîdê yên bi navê Ebû Zer el Misrî û Ebû Yusuf el Maxrîbî di êrîşê de hatine kuştin ku ew berê ji rêxistinê cuda bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin