Amerîkayê li Idlibê êrîsî civîna komên cîhadî kir: 22 kustî…

23 October 2020 14:22 0 dîtin
Amerîkayê li Idlibê êrîsî civîna komên cîhadî kir: 22 kustî…

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR ragihand ku balafirên bêpîlot ên Hevpeymaniya Navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike, êrîşeke asmanî bi ser civîneke Tehrîr El Şamê de encam dan ku 17 berpirsên wan hatin kuştin.

SOHRê diyar kir ku balafireke bêpîlot ku tê texmînkirin ku ya Hevpeymaniya Navdewletî ye, êrîşî civîneke çekdarên Tehrîr El-Şam û komên din bi ser El Qaîdeyê ve li mezreyeke gundê Cekara yê rojavayê Idlibê kir.

Li gorî SOHRê, 22 kes di êrîşa asîmanî de hatine kuştin ku 5 sivîl in û 17 jî berpirs û çekdarên ji komên cîhadîst ên ji Tehrîr El-Şam veqetiyane û bi koma ‘Huras El-Dîn’ re li hev dikin in.

SOHR daye xuyakirin, di nava çekdarên hatine kuştin de, 11 emîrên berê yên Tehrîr El-Şamê hene ku ji wan 5 biyanî ne û yek jî berî di nav DAIŞê bû.

Li aliyê din artêşa Amerîkayê jî roja Pêncşemê ragihandibû ku bi balafireke bêpîlot li dijî fermandarên El-Qaîdeyê yên li bakurê rojavayê Sûriyê li nezî sînorê Sûriye-Tirkiyê, wan êrîşek pêk aniye.