Amerîkayê li ser civîna McGurk û Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek belav kir
PeyamaKurd – Koşka Spî li ser serdana Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Amerîkayê Brett McGurk ya ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê, daxuyaniyek belav kir û diyar kir, Brett McGurk li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û rayedarên din ên payebilind re civiya.
Di daxuyaniya Koşka Spî de hat ragihandin, Brett McGurk serdana xwe ya du rojî bo Iraq û Herêma Kurdistanê temam kir û tê de bi hejmarek ji berpirsên siyasî û ewlehiyê re hevdîtin pêk anîn.
Herwiha Koşka Spî da zanîn, McGurk li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Mistefa Kazimî û Serokê Parlamentoya berê Mihemed Helbûsî re civiya.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku McGurk li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û rayedarên din ên payebilind re hevdîtin kir.
Di berdewamiya Koşka Spî de wiha hat gotin: “McGurk pabendbûna Serok Biden bi encamên Diyaloga Stratejîk bo Hikûmeta Iraqê re piştrast kir û tekez kir ku êdî rola şerkeririna hêzên Amerîkî li Iraqê nemaye. Ev guhertin ji ber pêşkeftinên mezin ên Hêzên Ewlekariya Iraqî, di nav wan de Pêşmerge, ku di pêşengiya şerê li dijî DAIŞê de pêk hat. Hêzên hevpeymaniyê yên ku li Iraqê mane dê li ser vexwendina Hikûmetê amade bin û erkê wan tenê bi şêwirmendî, alîkarîkirina hêzên ewlekariya Iraqî ye ji bo piştrastkirina wê yekê ku DAIŞ careke din venegere.”
Di dawiyê de McGurk pîrozbahiya sedsaliya damezrandina dewleta Iraqê li gelê Iraqê dike û pabendbûna demdirêj a Amerîkayê bo Iraqê li gor rêkeftina çarçove ya stratejî teqez kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin