Amerîkayê Lubnan ji cezayên ser rejîma Sûriyê mûaf kiriye!

14 January 2022 17:41 0 dîtin
Amerîkayê Lubnan ji cezayên ser rejîma Sûriyê mûaf kiriye!

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku Amerîkayê Lubnan ji cezayên ser rejîma Sûriyê hatine sepandan mûaf kiriye.

Di daxuyaniya nivîskî ya piştî hevdîtina Serokomarê Lubnanê Mîşel Ewn a ligel Wezîrê Derve yê Lubnanê Ebdullah Buhabîb de hatiye gotin, Lubnan ji hawirdekirina enerjiya ji ser Sûriyê de, mûaf hatiye girtin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku rayedarên Amerîkayê piştgiriyê didin Lubnanê ku hilberîna elektrîkê ji ser Suriye, Misir û Urdinê dabîn bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 8 Îlona 2021ê di civîna çarqolî ya di navbera welatên Urdin, Misir, Lubnan û Sûriyê de, li ser dabînkirina enerjiyê ji bo Lubnanê rêkeftinek hatibû îmze kirin.