Amerîkayê projeyasaya dorpêçên nû li ser Esed pejirand
PeyamaKurd – Meclîsa Nûneran a Amerîkayê projeyasaya dorpêçên nû li ser kes û derdorên bi hikûmeta Sûriyê re kar dikin, bi yekdengî pejirand.
Li gor yasaya bi navê (Yasa Parastina Ceasar a Sivîl li Sûriyê – 2019) rêveberiya Donald Trump dorpêçan bi ser kesên ligel saziya ewlekariya Sûriyê û banka navendî ya Sûriyê kar dikin disepîne.
Dorpêçên li ser rêveberiya Sûriyê bêhtir, projeyên înşaatan, projeyên otorê, enerjî û rêhewayê vedihewînin.
Herwiha li gor projeyasayê dê Trump li gor rewşê û pêşveçûna hevdîtinên aştiyê dorpêçan bixe meriyetê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin