Amerîkayî ketin kuçe û kolanan

25 March 2018 20:06 0 dîtin
Amerîkayî ketin kuçe û kolanan

Bi sedhezaran Amerîkayî bo kontrolkirina çekan ketin kolanan. Li gelek bajarên Amerîkayê ku piraniya wan xwendevanin, bi slogana ”Bo jiyana me bimeşin” ketin ser rêyan û li dijî çekan xwepêşandan kirin.

Meşvan li Washingtonê xwestin ku rêvebiriya Trump û Kongreya Amerîka ji nû de di mijara ‘sînorkirina çekan’ de nûkirinên qanûnî çêbikin.

Hefteya borî li eyaleta Florîdayê 17 xwendevanên lîse ya Marjory Stoneman Douglas ê hatibûn kuştin û bi pêşîvaniya heman dibistanê, bi slogana ‘Bo jiyana me bimeşe’ li Washington DC, New York, Los Angeles, San Francisco û bajarê Chicago meş hatin lidarxistin.

Meşvan li baxçê pişt Kongreyê, li National Mallê civiyan û ji Trump xwestin ku qanûna ‘xwegihandina çekan’ biguhêrin. Xwepêşandêr li hemberê lobiya Yekîtiya Netewî ya Tivingan (NRA) sloganan avêtin.

Xwendevanê lîseyê yê lîse ya Stoneman Douglasê David Hogg axaftinekî kir û di axaftina xwe de weha got:

“Em ê vêya bikin mijara hilbijartinê. Em ê di her hilbijartinê de li her bajarî meşê bikin û bixin rojevê. Em ê bikin ku ne weka siyasetmedaran tevli hilbijartinan bibin lê weka Amerîkayiyan tevli wê bibin.”