Layangirên Nawaz Serîf ketin kuçe û kolanan

24 July 2018 19:06 0 dîtin
Layangirên Nawaz Serîf ketin kuçe û kolanan

PeyamaKurd- Layangirên Nawaz Şerîf û partiya wî Lîga Misilman ya Pakistanê bo protestokirina cezadayîna dadgehê bo serokê wan ketin kuçe û kolanan. Li eyaleta Pencapê li bajarê Rewalpindî do bi şev xwepêşandan destpêkirin û piştî nîvê şevê dewam kirin.

Xwepêşandêr, li ser gotina serdozgerê dadgeha bilind ya Îslamabadê Şewket Ezîz Siddiqî gotiye: “Berpirsekî îstîxbaratê xwe nêzî dadgerekî mehkema me kiriye û gotiye ku dê Newaz Şerîf û keça wî berya hilbijartina giştî dê dernekevin derve.”

Li ser bihîstina vê gotinê Rêxistina Îstîxbaratê jî hat protestokirin. Artêşa Pakistanê li ser van gotinên Siddiqî xwest ku lêkolîn bên destpêkirin.

Pisporên siyasî dibêjin ku heya niha protestoyên weha xurt nehatine kirin. Li Pakistanê temamê partiyan artêşê bi piştgiriya partiya Pakistan Tahrîk-î Însaf-PTI) tewanbar dikin.