Kuçe û kolan û malên Hewlêrê yên ku ber lehiyê ketine tên paqijkirin
PeyamaKurd – Kuçe û kolan û malên Hewlêrê yên ku ber lehiyê ketine, ji aliyê tîmên şaredariya bajarê Hewlêrê tên paqijkirin.
Wezareta Bajarvanî û Tûrîzma Kurdistanê eşkere kiriye, îro danê sibê tîmên şaredariya Hewlêrê dest bi paqijkirina mal û kuçe û kolanên taxên Gird Cotiyar, Roşinbîrî, Jiyan û tevahiya wan deverên ku ji ber lehî û baranê pîs bûne, kirin.
Ji şeva 16 vê mehê de, baranek bihêz li Hewlêrê bariya û heta sibeha roja 17 berdewam bû. Ji ber wê baranê li çendîn tax û deverên Hewlêrê lehî rabû. Ziyan gihîşt gelek xanî, kuçe û malan û li gorî amarên fermî, 12 kesan canê xwe ji dest dan û çend kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin