Amnesty: Fransayê ji bo sandina penaberan bi Samê re pêwendî danîye!
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina rêxistinên civaka sivîl, hikûmeta Fransa dixwaze penaberan bişîne Sûriyê ku ev yek wekî "skandal û neyasayî" tê binavkirin.
Rêxistinên Lêborîna Navdewletî (Amnesty International), La Cimade û Revivre di bi daxuyaniyeke hevbeş eşkere kirin ku Parîs li ser şandina penaberan bo Sûriyê dixebite.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşan kirin, di Cotmeha 2022yan de desthilatdarên herêma Haute-Garonne a li başûrê rojavayê Fransayê û Rêveberiya Polîsê Parîsê hewl dane pêwendiyê bi Balyozxaneya Sûriyê bikin, tevî ku ji Adara 2012an ve Parîs û Şam pêwendiyên xwe yên siyasî qut kirine.
Hat diyarkirin ku ev hewla hikûmetê "skandal û neyasayî ye û li dijî bingehên yasayî yên navdewletî ye".
Wan rêxistinan daxwaz ji desthilatdarên Fransayê kirin, derbarê mijarê de daxuyaniyekê bidin ku ew pabendî yasaya navdewletî dibin û rê nadin şandina ti kesekî bo welatekî, ku gefa mirin û îşkenceyê li wan bixin.
Wezareta Navxwe ya Fransayê, li ser banga rêxistinan gotiye, heta niha ti kesek ji bo Sûriyê nehatiye şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin