Amnesty: Li Îranê di 6 mehan de herî kêm 250 kes hatin îdamkirin

28 July 2022 19:03 0 dîtin
Amnesty: Li Îranê di 6 mehan de herî kêm 250 kes hatin îdamkirin

PeyamaKurd - Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty International) ragihand ku di nava 6 mehên borî de zêdetirî 250 kes li Îranê hatine îdamkirin.

Amnestyê bi daxuyaniyekê eşkere kir, Komara Îslamî ya Îranê pêleke nû ya bidarvekirinê li dijî welatiyan pêk aniye û di şeş mehên borî de 250 kes bidarve kirine.

Li gorî Amnestyê, dibe ku hejmara rastî ya bidarvekirinê ji vê zêdetir be, lewra hejmara darvekirinan li Îranê veşartî ye.

Hat diyarkirin ku cezayê bidarvekirinê li Îranê piştî darizandinên nedadperwerane û bi mikurhatinên di bin îşkenceyê de têne dayîn û sepandin.

Amnestyê banga dawîkirina pêla hovane ya darvekirinan li Îranê kir û xwest dimildest ev bidarvekirin werin rawestandin.