ANALÎZ | “Bexda û Enqere li ser daxwazên xwe yên sereke nakok in”
PeyamaKurd – Kovara erebî ya bi navê Al Majalla derbarê serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a Iraq û Herêma Kurdistanê de, analîzek belav kir ku tê de balê dikşîne ser, ji nû ve xweşkirina pêwendiyên herdu aliyan û nakokiyên ku çareserkirina wan zehmet e.
Di nivîsê de, pêwendiyên Iraq û Tirkiyê yên heyama Osmaniyan têne bibîrxistin û tê gotin, têkiliya herdu aliyan dişibe rêzefîlmên magazînî yê li ser lehengî û macerayên siltanên Tirkan ku hêmana wan rêzefîlman jî wekî ‘romantîzm û tolhildan’ tê ravekirin.
Ji Erdogan bi navê PKKê peyama tolhildanê
Serdana Erdogan a Iraqê ya bi vexwendina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanê hatiye kirin jî bi vî awayî tê şîrovekirin û tê gotin, “Lewra axaftina Erdogan tevî romantîzma teşeyê bide pêwendiyên Iraq-Tirkiyê, derbarê PKK ya ku wekî terorê dibîne de, peyamên tolhildinê dixwe de vedihewand.”
Erdogan piştî 13 salan serdana Iraqê dike ku herî dawî sala 2011an dema serokwezîr bû serdana Bexdayê kiribû ku cudabûna vê serdana duyemîn a herî girîng, ji bilî pozîsyona li ser guhertinên siyasî, gotareke bi biryardarî li ser pirsgirêkên navbera herdu welatan pêşkeş kir.
Destpêkên nû
Di analîza kovara Al Majalla de, gotinên Erdogan ên civîna rojnamevanî yên wekî, “Hêvî dikim ev serdana ku di demeke geşedanên krîtîk ên herêmî rû didin de, înşellah bibe sedema destpêkên nû.” têne bibîrxistin û tê gotin, xala herî girîng a serdanê gotûbêjên li ser ‘Projeya Rêya Geşepêdanê’ û hevkariyên bazirganî bû ku 26 peymanên di warên cuda de hatin îmzekirin.
Herdu serokan peyamên ji hev cuda dan
Di navbera peyamên her du serokan de bi awayekî eşkere cudabûn hebû ku wek mînak; Iraqê dixwest mijara avê derxe pêş, lê Erdogan di axaftina xwe de behsa avakirina komîteya bo Peymana Hevkariya Çarçoveyê dikir û qet behsa pirsgirêka vê jî nekir.
Erdogan li şûna wê, zêdetir behsa ewlehî û hevkariya bazirganî ya navbera her du aliyan kir.
Iraq û PKK
Di berdewamê de hatiye diyarkirin ku Sûdanî hê jî li ser hebûna PKKê û komên çekdarên li Iraqê nezelal e û ne xwediyê vîzyoneke wiha ye.
Lê belê Erdogan diyar kir ku mijara wan a danûstandinan dosyeya ewlekariyê bû û kêfxweşiya xwe bo pênaseya ‘rêxistina li Iraqê qedexe’ bo PKKê anî ziman û ev yek wekî pêwîstiyeke cîrantiya baş û biratiya ligel Iraqê nîşan da.
Hêjayî gotinê ye, Tirkiye hebûna PKKê ji bo operasyonên ser sînorên Herêma Kurdistanê û naverasta Iraqê wekî hincet nîşan dide ku niha 22 baregehên leşkerî bi hinceta PKKê li nav sînorên Iraq û Herêma Kurdistanê ava kirine.
Li gorî kovarê di serdana Erdogan a Bexda û Hewlêrê de, ev mijar nehatin gotûbêjkirin, lê Projeya Rêya Geşepêdanê û zêdekirina hecma bazirganî bûn mijarên sereke yên danûstandinan.
PKK pirsa bê eman a navbera Tirkiye û Iraqê ye
Li aliyê din hikûmeta Sûdanî hê jî di mijara nîqaşkirina hebûna PKKê ya li Iraqê de nevekirî ye û dibe di demên pêş de, bibe asteng li pêşiya birêveçûna Projeya Stratejîk a Rêya Geşepêdanê de.
Tirkiye her ku dixwaze PKKê wek rêxistineke terorê nas bikin jî Iraq nihe tenê bes dibîne ku wekî ‘rêxistina neyasayî’ bi nav bike.
Di dawiyê de jî Rêkeftina Şingalê ya ku ji ber hebûna PKKê û komên çekdarên din neketiye pratîkê tê bibîrxistin. Tê gotin, ger ew rêkeftin bicih neyê wê nakokî ne tenê di navbera têkiliyên Tirkiye û Iraqê de herwiha di navbera aliyên din ên Iraqê de jî xwe bidin der ku ji xwe li herêmê rewşeke tevlîhev heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin