Yek ji daxwazên sereke yên xwepêsanderên Iraqê hat cîbicîkirin
PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê yasaya komîsyona bilind a hilbijartinan sererast kir û Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê dibêje, ev yek ji daxwazên sereke yên xwepêşanderan bû.
Serokê Parlamentoya Iraqê, Mihemed Helbûsî ragihand, ku ev yasa, destpêka çaksaziyên rasteqîn li Iraqê ye û tevahiya fraksiyonan û parlementeran jî deng li ser wê yekê dane, ku endamên komîsyonê ji kesayetiyên ser bi partiyan ve pêk neyên.
‘Yek ji daxwazên sereke yên xwepêşanderên Iraqê bû’
Di derbarê sererastkirina yasaya komîsyona hilbijartinan ya Iraqê de, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad ji ragihand, ku sererastkirina vê yasayê, yek ji daxwazên sereke yên xwepêşanderên Iraqê bûye.
Li gorî wê sererastkirinê, dê komîsyarên komîsyoana bilind a hilbijartinên Iraqê bêne xanenişînkirin, birêvebirên giştî yên niha jî dê ji bo fermangehên din bêne veguhistin, lê fermanberên komisyona hilbijartinan jî dê her li cihê xwe bimînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin