Analîz I Kayhan 0zer: Erdoxan û senatorê Rûs dibêjin; wê kabîneya nû bike ku hevkariya leskerî zêdetir bibe

13 July 2018 16:51 0 dîtin
Analîz I Kayhan 0zer: Erdoxan û senatorê Rûs dibêjin; wê kabîneya nû bike ku hevkariya leskerî zêdetir bibe

PeyamKurd - Kayhan 0zer: Erdoxan û senatorê Rûs dibêjin; wê kabîneya nû bike ku hevkariya leşkerî zêdetir bibe

Cîgirê serokê komita ewlekariyê ya Federasyona Rûyayê Yevgeniy Serebrennikov dibêje di posta (kabîna) nû ya ku serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ragihandiye de, wezîrên bingehîn dê dewam bikin û ev firotina sîstema S-400an di nav de, wê hevakriya leşkerî dewam bike û hem hevkariyaleşkerî bipêş bixe.

Serebrennikov, do êvarê di derbarê kabîneya nû de, nêrînên xwe di derbarê kabîneya nû de bo Sputnikê got:

“Wê bi Tirkiyê re, di her warî de, hevkariya leşkerî jî di nav de, dê hevkarî bê kirin û pêş de here. Wê sîstema S-400an ji aliyê Ankara de bê kirin,em bawerin wê hemû xebat û hedefên me di rê de herin.”

Cîbicîhbûna bendeyên me bi zordayîna Amerîka û NATO yê ve girêdayîne

Serebrennikov ragihand ku bo bendeyên wan werin cî, girêdayê siyaseta Tirkiyê û zordayîna Amerîka-NATO yê bo ser Tirkiyê ye. Serebrennikov weha bilêvkir:

“Em hevî dikin ku wan zoriyên li ser Tirkiyê bandorê li ser têkiliyên me nekin.”