Ankara li ser êrîsa balafirgeha Silêmaniyê daxwuyanî da
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê li ser êrîşa balafirgeha Herêma Kurdistanê ya bajarê Silêmaniyê ya bi navê Erbetê ku bi balafirên bê mirov êrîş biribûn ser, daxwuyanî da û got:
“Di dema teqînê de, tê fêmkirin ku grûba têkoşîna bi terorê ya girêdayê YNKê, bi terorîstên PKK/YPG re perwerdê dikirin. Li Iraqê rêxistina PKKê û dûvên wan bi taybetî xebatên xwe li bakûrê welat zêde kirine û tevgerên wan yên korîdora navbera Iraqê û Sûriyê tên şopandin.
Balkêşe pêşdeçûnên li ser êrîşa balafirgeha Erbetê ya ku di 18ê Êlûna 2023an de bûye, di dema teqînê de grûba têkoşîna bi terorê re ya YNKê û terorîstên PKK/YPG bi hevre perwerdê dikirin. Gelek girînge ku hinek ûnsûrên YNKê bi PKKê re di nav hevkariyê de ne û aşkeraye.”
Wezaretê got ku bi vê bûyerê re li Silêmaniyê PKKê xelkê Silêmaniyê rehîn girtiye û ev nîşan dide ku tedbîrên Tirkiyê çendîn rastin. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku Tirkiye bende ye hukumeta navendî ya Iraqê û rêvebiriya Herêma Kurdistanê PKKê û rêxistinên wê terorîst qebûl bike û Tirkiye bende ye ku li hemberê terorê têbikoşin.
Do, li bajarê Silêmaniyê li balafirgeha Erbetê bi balafirên bê mirov êrîş hatibû kirin û di encamê de ji tîmên antî terorê yê bi ser YNKê de 3 Pêşmerge jiyana xwe ji dest dabûn û 3 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin