Pentagon li ser êrîsa balafirgeha Silêmaniyê daxwuyanî da

14 April 2023 01:05 0 dîtin
Pentagon li ser êrîsa balafirgeha Silêmaniyê daxwuyanî da

PeyamaKurd – Berdevkê Pentagonê tûxgeneral Patrick Ryder, li ser êrîşa balafirgeha Silêmaniya Herêma Kurdistanê daxwuyanî da û got ku roketa ku avêtine balafirgehê, 100 metre nêzê hêzên Amerîkayê ketiye. Ryder ragihandiye ku di êrîşê de ziyana canî nebûye û ji sala 1914an heya niha bi hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re li hemberê DEAŞ ê bi hevre tevdigerin.

Êrîşa ser balafirgehê di 7 ê nîsanê de çêbû bû û hedefa Tirkiyê fermandarê HSD ê Mazlûm Abdî bû. Bi Abdî re rayedarên Amerîkayê jî hebûn û ragihandibûn ku di çarçoveya hevkariya hêzên hevpeymanî ya li dijî DEAŞ ê de li Silêmaniyê bûne.