ANL: Me li nêzî Trablûsê balafireke kesfê ya Tirkî xist
PeyamaKurd - Artêşa Nîştîmanîya Lîbyayê (ANL) ku girêdayî General Hefter e ragihand, wan balafireke din a Tirkiyê ya keşfê xistiye. Li gorî zanyariyan ew balafirên Tirkiyê bi sîstemên parastina asmanî yên Rûsî têne xistin.
Li gorî daxuyaniya ANLê hêzên wan balafireke bêpîlot a Tirkiyê li dûrahiya bi dehan kîlometran li Terablus a paytexta Libyayê, xistiye xwarê.
Beriya niha jî ANLê ragihandibû wan hejmareke zêde dronên Tirkiyê yên ku hewla êrîşan dikin xistine xwar.
Serokê Parlamentoya Libyayê li derveyî hikûmeta Wîfaq piştgiriya Artêşa Niştîmanî dike Eqîle Salih jî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku sînorekî ji êrîş û destdirêjiya Tirkiyê ya ser Libyayê re deynin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin