Îranê balafireke kesfê ya nasname nediyar xist: Amerîkayê red kir ku ya wan e

08 November 2019 19:21 0 dîtin
Îranê balafireke kesfê ya nasname nediyar xist: Amerîkayê red kir ku ya wan e

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro artêşa Îranê li bajarê Mahşehr ê nêzikî kendavê balafireke keşfê ya bêmirov xistiye xwar.

Fermandarê Fermandariya Berevaniya Esmanî ya Artêşa Îranê  Elî Riza Sebahîferd ji medya Îranê re ragihand ku xistina balafira bêmirov ji aliyê hêzên wan ve piştrast kir û got, “Bêyî ku ew balafir xwe bigihîne herêmên hesas ên welatê me, bi moşekan hatiye xistin.”

Parêzgarê parêzgaha Xuzîstanê Xulamriza Şerîatî jî ji ajansa fermî ya Îranê IRNAyê re ragihandiye ku, hatibû tespîtkirin ku ji saetên sibehê ve balafireke bêmirov a keşfê li esmanê bajarê Mahşehrê digere û guman tê de nîne ku ew ya welatekî biyanî ye.

Herwiha Wezareta Berevaniya Amerîkayê jî ragihandiye ku ew balafira hatiye xistin, ne ya wan e.